Yek ji Celladan Nasser Muthan´ê Brîtanî ye

Yek ji Celladan Nasser Muthan´ê Brîtanî ye

 Yek ji Celladan Nasser Muthan´ê Brîtanî ye 1

Di vîdeoya dawî ya ku ji hêla çeteyên Daîş´ê ve hatî weşandin û tê de tevî hemwelatiyê Emerîkî Peter Kassig jî di nav de 17 leşkerên Surî tên serjêkirin de Nasser Muthana´yê Brîtanî jî heye.

Di vîdeoya berî niha bi du rojan hatî weşandin de çeteyên Daîş´ê careke din hovîtiya xwe nîşanî cîhanê kirin. Di vîdeoyê de tevî hemwelatiyê Emerîkî Peter Kassig 17 leşkerên Surî bi hev re tên ser jê kirin. Wan dimênan li hember vê hovîtiya Daîş´ê Cîhan matmayî hişt.

Di vîdyoya ku 16 deqan pêk dihat de mirov dibe qey fîlmekê aksîyon tê kişandin û hemû qûrbanî bi hev re bi yek carê tên ser jê kirin. Yek ji wan çeteyan jî Nasser Muthana yê 20 salî ku hemwelatiyê Brîtanî ye.

Muthana berî niha jî di vîdyokî de bu du hevalên xwe re hatibû dîtin û bi zimanê Îngîlîz propagandeya Daîş´ê dikir. Wekî din Muthana dianî ziman ku tişta ku li Surî hîn bibe dê rojeke vegere Brîtanya û wan tiştan li vir bikarbîne.

Muthana berî niha bi demekê bi birayê xwe yê 17 salî re ji Cardif´ê tevlî çeteyên Daîş´ê bûbû. Bavê Muthana anî ziman ku kesê di vîdyoyê de dişibe kurê wî, lê tam ne amine ku kurê wî ye an na. Bavê Muthana wiha axivî: “Jiber ku însanan dikûjinç bila ji xwedê bitirsin, ev kes dê çawa derkevin hûzûra xwedê?.”

Cameron bi daxûyaniyekî kirinên dawî yên Daîş´ê bi zimanekî tund rexne kir û got, ev înfaz carek din da xûya kirin ku Daîş rêxistineke hovane ye.

Hemwelatiyê Emerîkî Peter Kassig Cotmeha 2013´an ji hêla çeteyên Daîş´ê ve hatibû dîl girtin. Kassig piştî hatî dîl girtin Misilman bûbû. Daîş´ê di qetil kirina Alan Henningê Îngîlîz ya di meha Cotmehê de dabû zanîn ku qûrbaniyê di dorê de Kassig e.

Berî niha bi hefteyekê jî hemwelatiyekê Îngîlîz yê endamê Daîş´ê li Bexdayê êrîşeke întîharî pê anîbû û gelek polêsên Iraqî di êrîşê de hatibûn kûştin.

Yek ji Celladan Nasser Muthan´ê Brîtanî ye 2
John ê cîhadperest di êrîşa hewayî de birîndar bû

Hat ragihandin, ku çeteyê DAIŞ’ê yê serê dîlgirtiyên cîhana Rojava jê dikir û weke John ê cîhadperest dihat naskirin, di êrîşa hewayî de birîndar bûye.

Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê, li ser John ê cîhadperest ku kujerê dîlgirtiyên Îngilîz David Haines û Alan Henning e daxuyaniyek da û diyar kir ku ev endamê çete di êrîşeke hewayî ya li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê birîndar bûye.

Berdevkê Wezaretê ji medya Îngilîz re axivî û anî ziman ku agahî gihaştine ber destê wan ku nîşan dide John ê cîhadperest birîndar bûye, lê belê ne karine vê agahiyê piştrast bikin, ne jî tekzîb bikin.

Rojnameya Îngilîz Mail on Sunday beriya niha ragihandibû ku John ê cîhadî, li bajarê El Kaîmê di bombekirina civîneke serkêşên DAIŞ’ê de birîndar bûye. Hatibû îdîakirin ku di êrîşê de herî kêm 10 endamên çete hatine kuştin, zêdeyî 40 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, John ê cîhadperest jî di nav de birîndar anîne Reqqayê û tên dermankirin.

 

 

CATEGORIES
Share This