´Tevgera Kurd Li Rojhilata Navîn Jiyaneke Nu Pêşkêş Dike´

´Tevgera Kurd Li Rojhilata Navîn Jiyaneke Nu Pêşkêş Dike´

Parlementera berê ya HDP´ê û berdevka Kongreya Gelan ya Demokratîk Sabahat Tuncel Li Londonê axivî û anî ziman ku Tevgera Kurd li Rojhilata Navîn jiyaneke nu wekî çareserî jibo rewşa heyî ya xetimî peşkêş dike.

´Tevgera Kurd Li Rojhilata Navîn Jiyaneke Nu Pêşkêş Dike´ 1

Di çarçoveya konferansên “Marksizm 2015-Fikrên Nûjen” yên her sal li paytext Londonê pêk tên panelek bi navê “Piştî Kobanê û Hilbijartinan, Tirkiye û Kurd” hat li dar xistin. Parlementera berê ya HDP´ê Sebahat Tuncel û nivîskar Roni Margulies tevlî panelê bûn û rewşa dawî ya li Tirkiye nirxandin.

Tuncel di panelê de wiha axivî: “Em paradîgmaya xwe wekî demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi nav dikin. Li hemberî krîza endustriyalîzmê civaka ekolojîk, û li hemberî krîza netew dewletê jî netewa demokratîk pêşniyar dikin û jibo ava kirina wê jî xebatên xwe dimeşînin. Wekî ku li Rojava em têkoşînê dimeşînin, pê re jiyana nu jî diafirînin.

Ev jiyana nu ya Tevgera Kur dli li Rojhilata Navîn ava dike, rastî gelek êrîşan tê. Bi berxwedana Kobanê cara yekemîn Kurdan dengê xwe bi dinyayê da bihîstin. Polîtikayeke hêzên navneteweyî ya Kurdan tune ye. Tevgera Kurd wekî terör bi nav dikin û bi vî awayî pêşiya çareseriyê jî dibin asteng. Di vî warî de divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”

´Tevgera Kurd Li Rojhilata Navîn Jiyaneke Nu Pêşkêş Dike´ 1

´Em dikarin jiyana nu ava bikin´

Sabahat Tuncel bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û anî ziman ku hikûmeta AKP´ê piştevaniya çeteyên Daîş´ê dike. Tuncel wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Jibo berdewam kirina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye me kedeka mezin da. Lê hikûmeta AKP´ê ji bedela berdewam kirina pêvajoyê, li dij Kobanê piştgirî da çeteyên Daîş´ê. Vê yekê jî pêvajo xiste xetereyê. Bi sala Tirkiye di qada navneteweyî de propagandaya ´li hember terorê şer dikim´ kir, lê niha alîkariya terorîstên Daîş´ê dike. Lê tevî hemû hewldanên Tirkiye Kobanê neket û Daîş têk bir. Ger ku em dest bidin hev, em dikarin serkevin û jiyana nu ava bikin.”

Nivîskar û rojnamevan Roni Margulies jî di panelê de axivî û bal kişand ser serketina HDP´ê ya di hilbijartinên Tirkiye de. Margulies wiha axivî; “HDP´ê ne tenê benda sedî deh derbas kir, di heman demê de nehişt ku AKP bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.”

Roni Margulies wekî din anî ziman ku, di vê dema ku serdest di krîzeke mezin de ne, fersendeke mezin li pêşiya mûxalîfan ye ku ferqeke mezin biafirînin.

Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.

´Tevgera Kurd Li Rojhilata Navîn Jiyaneke Nu Pêşkêş Dike´ 1

 

´Tevgera Kurd Li Rojhilata Navîn Jiyaneke Nu Pêşkêş Dike´ 1

CATEGORIES
Share This