Şervanê YPG’ê Scurfield, li Nottingham hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Scurfield, li Nottingham hat defnkirin

kosta toren7

Hemwelatiyê Brîtanî şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê 2’yê Adarê di şerekî li Til Berak jiyana xwe ji dest da li Nottingam bi merasîmeke girseyî hat defnkirin. Di merasîmê de malbata Scurfield, hevalên wî, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Li Til Berak a girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojava 2’yê Adarê di şerekî navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de hemwelatiyê Brîtanî şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) jiyana xwe ji dest da. Ji bo Scurfield  duh li Nottingham du merasîmên cuda pêk hatin.

https://youtu.be/vkKrXqjSFZ8

Ber bi saetên sibehê ve bi sedan Kurdistaniyên li Nottingham li ber dêra ku wê merasîma destpêkê pêk were kom bûn.  Malbatê ku wek Kosta û hevalên wî yên têkoşînê wek Kemal behsa Konstandinos Erik Scurfield kirin, tabûta Scurfield bi alên YPG, YPJ, TEV-DEM, Brîtanya û Yewnanîstanê hat xemilandin.

Merasîma destpêkê ya ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivîn. Piştî merasîmê cenaze birin Dêra Ortodoks a Yewnan.

Li merasîma li Dêra Ortodoks a Yewnan malbat û hevalên Scurfield û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. Di merasîma ku bi Yewnanî û Îngîlîzî pêk hat, ji ber di dêrê de cih nema bi sedan kes li ber deriyê dêrê rawestiyan. Piştî merasîma li dêrê cenazeyê Scurfield birin goristana li Nottingham a Willford Hill.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Scurfield li ser daxwaza malbatê bi alên li ser tabûtê hat defnkirin. Piştî defnkirinê bi sedan Kurdistaniyan dirûşma, “Şehîd Namirin” gotin. Li gora Scurfield a bi hezaran kulîlkan hat xemilandin dara zeytûnê hat çandin. Scurfield beriya jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re gotibû, “Min li bin siya dareke zeytûnan veşêrin.”

CATEGORIES
Share This