Salim Muslim: Tirkiyeyê sozên da me bicih neanî
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku ew hefteya derbasbûyî li Stenbolê bi rayedarên Tirkiyeyê re rûniştine û got, “Rayedarên Tirk soz dan me ku wê alîkariyê bidin Kobanê. Lê belê, tevî hemû israra me jî sozên xwe bicih nînin.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) Salih Muslim, der barê rewşa li Kobanê û helwesta Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng da. Muslim ragihand ku Tirkiyeyê di rojên derbasbûyî de soza alîkariya Kobanê daye wan, lê belê heta niha sozên xwe bicih neaniye.
Muslim, rewşa li Kobanê, detayên hevdîtina bi rayedarên Tirk re û biryara Fransayê ya li ser Kobanê ji me re nirxand.
Li bajarê Kobanê niha ji bilî şervanan, gelê sivîl jî heye?
Li Kobanê, jin, zarok, extiyar zêdeyî 10 hezar mirov hene. Naxwazin biçin. Hêzên me jî mirinê dibin ber çavê xwe û van mirovan diparêzin.
Îro (duh) nîvro, hêzên koalîsyonê hin mewziyên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora Kobanê bombe kirin. Bandorek vê heye?
Hemû bombebaranên heta duh hatin kirin, ti bandorek xwe nedibûn. Hemû êrîş 15-20 kîlometre dûrî Kobanê bûn. Û bombebaranên bêbandor bûn. Lê belê yên duh li cih ketin. Tankên wan û çekên wan ên giran rûxandin.
Hûn van êrîşên hewayî çawa dinirxînin?
Bi dîtina me biryareke gelekî dereng maye ye. Diviyabû beriya niha bihata kirin. Lê tevî her tiştî jî erênî ye, cihê kêfxweşiyê ye. Em li bendê ne ku êrîşên bi vî rengî dewam bikin.
DAIŞ çima êrîşî Kurdan dike?
Min jî heta niha fêm nekiriye. Bi rastî jî dixwazim fêm bikim. Lê divê em vê jî bizanibin. Li gorî me DAIŞ nexweşiyeke. Dixwaze di serdemeke ewçend pêşketî ya mirovahiyê de, mirovan li 2000 sal berê vegerîne. Ev nêrîneke bêwate ye û ne pêkane bicih bê. Mirovahiyê berî 2000 salan dest ji Xalîfetiyê berda. Ji ber vê yekê startejiya tê meşandin, nayê pejirandin. Heta niha her cihê çûye talan kirine, zarok, extiyar kî derketiye pêşiya wan qetil kirine. Diçin ku derê wê derê xera dikin. Ji xwe hêzên van dişînin, dixwazin vê bikin.
Ev hêz kî ne?
Hêzên Kurdan qebûl nakin, Kurdan nas nakin. Yên li dijî sîstema me li Rojava ava kirine.
Çima sîstema we ewçend xetere dibînin?
Di sîstema me de Ereb, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Kurd di nava mercên wekhev de dijîn. Peymaneke civakî heye. Jin û zarok xwedî mafên wekhev in. Jin li hemû kantonan di asta ji sedî 40 de tên temsîlkirin û sîstema hevserokatiyê heye. Vê yekê qebûl nakin. Bifikirin, Asûrî li tevahiya cîhanê bi tenê li kantona Cizîrê zimanê xwe bi awayekî fermî bikar tînin. Bi vê sîstemê re hemû hevsengiyên li Rojhilata Navîn tên guhertin. Ji ber vê yekê dijminê vê gelek in. Di serî de dewletên Kurdan parçe dikin. Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq. Vê gavê di nava DAIŞ’ê de gelek fermandarên rejîma Bees a Iraqê hene. Yên ku di tevahiya dîrokê de bi esasî Kurd qebûl nekirine, ev in. Armanca van hilweşandina sîstemê ye.
Di vir de rola Tirkiyeyê çi ye?
Alîkarê Serokê DYA Joe Biden ev yek bi awayekî zelal anîbû ziman, di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de hevkarî heye. Ji desteka lojîstîk heta derbasbûna milîtanan, hemû di ser Tirkiyeyê de dibin. Ev vekirî ne û li holê ne.
Kobanê bi komkujiyekê re rû bi rû ye. Li pêş çavê tevahiya cîhanê ev dibin. Tevî ku her kes li dijî komkujiyê û DAIŞ’ê ne jî, bêdeng in. Hûn vê çawa dinirxînin?
Hin jê dixwazin dest lê werdin, lê hêza wan nîne. Hin jî naxwazin bibin hedefa DAIŞ’ê. Hin jê jî ji ber berjewendiyên xwe nakin. Niha Kurd li pêş e û hedef e. Ji ber vê divê Kurd li ber xwe bidin. Yên ku îro li dijî DAIŞ’ê şer dike em û hêzên koalîsyonê ne.
Hûn êrîşên hêzên koalîsyonê têrker dibînin? Daxwazek we ji wan heye?
Em ji destpêkê ve dibêjin, em nabêjin ‘werin ji bo me şer bikin’. Em dibêjin bi pere çekan bide me. Vê jî nakin. Bila derî bênv ekirin, antî-tank û fuze pêwîst e, bila van bi pereyan bifiroş in me. Lê nakin. Ya ku bi zora me diçe ev e. Yanî rewşeke ku tê gotin ‘DAIŞ’ê ew der dagir kiriye, çekên wir bi dest xistiye’ nîne. Hin derdoran ev çekên giran dane DAIŞ’ê. Li dijî me bikar tînin. Ev zelal û li ber çavan e.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê got, ‘Em ê alîkariyê bidin Kobanê’ hûn vê daxuyaniyê çawa dinirxînin?
Em gelekî baş û girîng dibînin. Lê biryareke derengmayî ye. Ev du sal in em vê dibêjin. Lê belê kes li ber çavan nagirin. Ev sal û nîveke em li ser xaka xwe li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Ev şer ne tenê şerê Kurdan e. Şerê tevahiya mirovahî û demokrasiyê ye. Her kes me mafdar dibîne. Lê belê bêdeng in. Em ji hemû welatan dixwazin ku hîn bêtir cidî li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Em li dijî tank û fuzeyan bi kalaşnîkovan şer dikin. Vîneke mezin a mirovan em nîşan didin. Eger di destê me de antî-tank fuze hebûna, çekên giran hebûna, pêwîstiya me bi kesî nedibû. Pêwîstî bi rakirina ewqas balafirên şer nedibû. Lê belê dema berjewendî dibe mijara gotinê, her tişt tê guhertin.
Ev yek çiqasî însanî ye. Li aliyekî bajarekî bi komkujiyê re rû bi rû, li aliyê din berjewendiya dewletan…
Nêzîkatiyeke bê exlaq e. Berî her tiştî encamê wê çi dibe bila bibe divê nirxên însanî werin parastin. Dem DAIŞ ket Mûsilê bi dehan dêr şewitand. Ev dîrok e. Dîrokek hezar salî tine dibe. Di viri de dîroka mirovahiyê talan dibe. Divê bi vî rengî were dîtin. Mirovahî û nirxên mirovahiyê divê werin parastin. Ev dijminê mirovahiyê ne.
Fransayê daxuyanî da, lê wê kengî bikeve nava tevgerê? Ji bo Kobanê ne roj dibe ku saet jî dereng be. Di vî warî de banga we çi ye?
Dema em dibêjin bilezînin, em bi vê hesasiyetê tevdigerin. Beriya demeke kurt (duh êvarê) e ji Fransayê hatim. Di asta bilind de me hevdîtin kirin, bi awayekî berfireh lezgîniya rewşê vegotin. Çi wê were kirin, divê bi lezgînî bê kirin. Careke din ji vir dibêjim, divê wext neyê windakirin.
Erdogan duh daxuyaniyek da, got; PKK, YPG û DAIŞ ji bo me terorîst in. Dûre li Bakurê Kurdistanê gule li ser gel hat reşandin. Heta niha gelek mirî hene. Hûnê ji bo vê nêzîkatiyê çi bêjin?
Ev şantajeke. Di vir de durûtiyek heye. Em li dijî çeteyên DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê diparêzin. Erdogan ne durust e. Ev jî nîşanî me dide ku zîhniyetê wî ji ya DAIŞ’ê ne cuda ye. Kurd xeteriyê li hemberî xwe dibîne û derdikeve kolanan. Gulereşandina li wan nîşan dide ku bi DAIŞ’ê re xwedî heman mejî ye. Ji ber ku îro Kobanê ye, sibê Hewlêr, Amed û Mehabad e. Yek jê li Rojava dikuje, yê din jî li Bakurê Kurdistanê.
Di rojen bihurî de hûn çûn Tirkiyeyê, we bi kê re hevdîtin kirin?
Belê berî sê rojan li Stenbolê min bi rayedarên Tirk re hevdîtin kir.
Naveroka hevdîtinê çi bû?
Alîkariya ji bo Kobanê, soz dan ku ew ê bikin.
Sozên çawa?
Ji me re gotin ku ew naxwazin Kobanê bikeve. Ji bo vê jî gotin, ‘ji bo alîkariyê em ê ji we re korîdorê vekin. Li dijî DAIŞ’ê divê hûn bibin yek.’ Me jî ev erênî pêşwazî kir. Niha jî me mijûl dikin. Ji bo sozên xwe bicih bînin, me dane dû wan. Ji me re gotin, ‘naveroka hevdîtinê ji çapemeniyê re aşkera nekin’. Lê belê ew êrîşî me dikin.
Ji bo gelê Kurd ê niha li her deverê çalakiyan lidar dixin, peyamek we heye?
Ya ku li Kobanê hedef tê girtin vîna Kurdan e. Divê her kes bi vî rengî bibîne û nêzîk bibe. Em gelekî girîng dibînin ku gelê me dadikeve kolanan, çalakiyan lidar dixe. Pîroz e. Ez hemûyan silav dikim. Hûn bi xwedîderketina li Kobanê re xwedî li vîna xwe derdikevin. Divê Kurd li ber xwe bidin. Çalakiyên xwe derxînin asta herî bilind. Pêwîste hemû cîhan bibîne ku careke din newêribin êrîşî Kurdan bikin. Ez bêdengiya Başûrê Kurdistanê rexne dikim. Hin televîzyonên başûrê Kurdistanê radibin dibêjin, ‘ev şer di navbera DAIŞ û PYD’ê de ye’. Tiştekî wiha nîne. Serê hin kesên ji partiyên derveyî me jî hat jêkirin û hatin qetilkirin. Ev ne ji PYD’ê bûn, bi tenê ji ber ku Kurd bûn. Bila ew nebêjin îro cihê me rehet e. Başûrê Kurdistanê jî di hedefa DAIŞ’ê de ye. Eger sibê firsendê bibînin wê êrîşî Hewlêrê bikin. Ji ber ku li gorî wan Kurd kafir in û divê ji holê bên rakirin. Lewma divê hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê vê bi vî rengî zanibe û xwedî li Kobanê derkeve.
ALÎ GULER ANF