Rojnameya Star li Londonê Hat Şermezar Kirin

Rojnameya Star li Londonê Hat Şermezar Kirin

Koordînasyona Jinan a HDP’ê ya Brîtanya, rojnameya Star a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi manşeteke cinsiyetperest kir hedef protesto kir.

Londra’dan Star Gazetesine Tepki 1

Roja Sêşemê endamên Kordînasyona jinan a HDP´ê ya Brîtanya li avahiya Gik-Der´ê hatin ba hev û bi daxûyaniyekî rojnameya Star şermezar kirin.

Di daxûyaniyê de wiha hat gotin: “Yek ji çapemeniya hikûmetê ya bi navê Star bi awayekî qirêj êrîşî hevseroka partiya me Figen Yuksekdag kir. Hevseroka me berteka xwe li hember komkûjiya Kobanê û alîkariya dewleta Tirk ya bi Daîş´ê re anîbû ziman. Ev yek dijminahiya wan û rûyê wan ê bi qirêj li hemberî jinan dide nîşandan.

Hedefa manşeta rojnameya Starê li hemberî nasnameya têkoşîna azadiya jinan e. Em vî zimanî ji nêz ve dinasin. Hedef nîşandan, kampanyayên lînç kirine heta niha bi vî rengî bi van nûçeyan hat meşandin. Ger ku zerareke herî piçûk jî bigihêje hevseroka me, berpirsê vê partiya AKP û çapemeniya wê ye.

Em carek din vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin û dibêjin hevseroka me Yuksekdag ne bi tenê ye.”

CATEGORIES
Share This