Richard Branson: Rewşa Kobanê Min pir xemgîn dike

Richard Branson: Rewşa Kobanê Min pir xemgîn dike

Richard Branson: Rewşa Kobanê Min pir xemgîn dike 1

Serokê Desteya Rêveber û Damezrînerê Zincîra Kargehên Virgin, Richard Branson, ku yek ji kargeha herî xurt a Îngîlîstan û cîhanê ye di nivîseke xwe de got, “Rewşa li Kobanê min gelekî xemgîn dike, Ji bo lihevkirina bi Kurdan re û pêkanîna aştiyê, divê Tirkiye bi lezgînî vê firsenda dîrokî, bi alîkarîdayîna Kobanê re bikar bîne.”

Serokê Desteya Rêveber û Damezrînerê Virgin Gropu Richard Branson, ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariyê kir. Di nivîsa bi mora Richard Branson a li malpera web a Virgin Group de sernavê “Rewşa tirsnak a li Kobanê, ji bo lihevkirinê firsendeke” hat bikaranîn. Branson bang li Tirkiyeyê kir û got, “Ev ji bo Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye. Tirkiye, bi alîkarîdayîna Kobanê re dikare bi Kurdan re li hev bike, aştiya xwe bicih bîne.”

Branson di nivîsa xwe de ev xal destnîşan kir: “Divê Tirkiye Kurdan weke dijmin nebîne. Di ser Kobanê re di çarçoveya rûmet û hurmetê de nêzî Kurdan bibe. Eger Tirkiye di vê mijarê de desteka pêwîst bide, dikare bi Kurdan re destpêkeke nû û ronî bike. Lê eger dewleta Tirk vê neke, mixabin encamên wê dikarin giran û kûr bin.”

Branson da xuyakirin ku Tirkiye dikare pêşî li komkujiyeke gengaz bigire û got, “Divê Tirkiye bi lezgînî alîkariyê bide Kurdên li dijî DAIŞ’ê xwe diparêzin û şer dikin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye.”

Branson ragihand ku rewşa li Kobanê tê jiyîn wî gelekî xemgîn dike û nivîsa xwe bi vî rengî dewam kir: “Rewşa li Kobanê min gelekî xemgîn dike. Bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn, nêzî 500 mirov hatin qetilkirin. Kurdên Tirkiyeyî yên xwestin biçin alîkariya Kobanê, sînor li wan hat girtin, nikarin biçin. Ji bo derbasbûna malzemeyên di parastina li dijî çekên giran ên DAIŞ’ê de pêwîstî pê hene, nayê dayîn.”

Branson di dawiya nivîsa xwe de bal kişand ser çalakiyên protestoyî yên li Tirkiye û gelemperiya cîhanê ji bo Kobanê tên kirin û bang li Tirkiyeyê kir ku vê rêveçûna xetere bi lezgînî bibîne û ji bo karibin xwe pê biparêzin bersivê bide pêwîstiyên Kurdan.

Nuçe: Alaettin Sinayic

CATEGORIES
Share This