Referandûma YE: Derketin an Man?

Referandûma YE: Derketin an Man?

Brîtanya 23ê Hezîranê jibo referandûma Yekîtiya Ewrûpa diçe ser sindoqan. Referandûmê gelê Brîtanya kiriye du blok û li gorî anketên dawî her du blok jî pir nêzî hev in.

Şîrketên lêkolînê encamên cûda derxistine. Li gorî anketên dawî ya sê şîrketan her du blok jî pir nêzî hev in û di navbera wan de tenê yek-du pûan hene. Li gorî şîrketa ICM yên dixwazin di YE de bimînin(remain) sedî 43, yên dixwazin derkevin (brexit) jî sedî 42 ye. Lê yek ji şîrketa herî mezin Yougov jî encamên balkêş hatin û hejmara yên dixwazin derkevin 4 pûanan li pêş e.

Li gorî Yougovê yên dixwazin bimînin(remain) sedî 41, yên dixwazin derkevin (brexit) jî sedî 45 e. Şîrketeke din bi navê Opinium jî yên dixwazin bimînin(remain) sedî 40, yên dixwazin derkevin (brexit) jî sedî 43 ye. Tê gotin ku di van her du hefteyan de heye ev hejmar bê guhartin û nêzî sedî 15 hilbijêran hîna biryara xwe nedaye.

Brîtanya ku ji sala 1973´yan ve endamê Yekîtîya Ewrûpa ye piştî du hefteyan dê vê endamtiyê bibe referandûmê. Biryara referandûmê di dema hilbijartina dawî de ji hêla serokwezîr Cameron ve soz hatibû dan. Di referandûmê de tişta herî balkêş ew e ku çepên radîkal û nîjadperest di heman blokê jibo derketinê têdikoşin. Wekî din di bloka mayînê de jî dîsa çepgir, rastgir û komên cûda hene.

Referandûma YE: Derketin an Man? 2

Yên ku dixwazin Brîtanya di YE de bimîne (remain): Piraniya partiya mûxafazakar ya di bin serokatiya Cameron de, Partiya Karkeran, Partiya Keskan, Partiya Demokratên Lîberal, Partiya Netewî ya Îskoçya (SNP), Partiya Gallerê Plaid Cymru. Tevî van partiyên sereke gelek komên cûda jî di bloka Brexit de xebatên xwe dimeşînin.

 

 

Referandûma YE: Derketin an Man? 1Yên ku dixwazin Brîtanya ji YE derkeve (Brexit): Jiber ku komên di warê raman de li dijî hev di vê blokê de cîh digirin gelekî balê dikişîne ser xwe. Di vê blokê de partiyên nîjadperest wekî UKIP, Britain First û komên faşîst hene. Yên ku dixwazin ji YE derkevin ne tenê faşîst in, di heman demê de antî faşîst jî, LGBT, Partiya Karkerên Sosyalîst, hin sendîqa jî dixwazin ji YE derkevin.

 

 

Bloka Brexit kampanya xwe piranî li ser koçberî û serxwebûnê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de argûmana wan ya herî mezin jî ketina Tirkiye ya Yekîtiya Ewrûpa ye. Li gorî wan ger ku Tirkiye bikeve YE, dê ev yek jibo parastina Brîtanya bibe xetereyeke mezin. Li dijî vê argûmanê serokwezîr Cameron jî anî ziman ku Tirkiye bi vê rewşê enceq sala 3000´an bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa.

CATEGORIES
Share This