London Şaredarê Xwe Dihilbijêre

London Şaredarê Xwe Dihilbijêre

Londonî jibo hilbijartina şaredarê bajarê mezin îro diçin ser sindoqan. Hilbijartina ku di navbera namzetê Partiya Karkeran Sadiq Khan û namzetê Partiya Mûhafazakar Zac Goldsmith de derbas dibe, tê payîn ku Sadiq Khan li pêş e. Khan di roja dawî de bang li Londoniyan kir ´ji bedela tirsê dengê xwe bidin hêviyê´. Li gorî anketên dawî tê xûya kirin bi hilbijartina Sadiq Khan cara yekemîn yekê bi eslê xwe Misilman dê bibe şaredarê Londonê

Jibo şaredariya bajarê mezin 15 namzet hene. Her çiqasî Khan li gorî anketan li pêş xûyaye jî her dengek jibo namzetan pir girîng e. Di hilbijartina sala 2012´an de bi ferqeke piçûk Boris Johnson bûbû şaredar û tevlîbûna hibijartinê derdora sedî 38´an de mabû. Di hilbijartina îsal de jî xûya ye ku tevlîbûn dîsa dê di bin %50 de bimîne.

Namzetê Partiya Karkeran Sadiq Khan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya me re anîbû ziman ku dê ew ê bibe şaredarê hemû Londoniyan û dê di ware malên sosyal, tendûristî û ragihandinê de projeyên balkêş bi cîh bîne. Wekî din Khan anî ziman ku civaka Kurd û Tirk jî gelek pirsgirêkan wekî hemû Londoniyan jiyan dikin û ew ê jibo çareser kirina van pirsgirêkan di nav hewldanê de be. Khan wiha axivî; “Civaka Kurd û Tirk bandoreke erênî li ser Londonê dikin. London bajarê herî xweş ê cîhanê ye. Em cûdahî û pirçandiyê ne tenê tolere dikin, her wiha em bi wê serbilind in.”

Tevî hilbijartina şaredar dê jibo meclîsa şaredariya bajarê mezin jî 25 endam werin hilbijartin. Hilbijartin dê 5 Gulanê saet 7´ê sibehê dest pê bike û 10´ê êvarê bi dawî bibe. Li ser sindoqan dê sê kaxiz (penbe, zer û pirteqalî) bidin hilbijêran. Kaxiza penbe dê jibo hilbijartina şaredar, kaxiza zer jibo endamê meclîsa herêmî û kaxiza pirteqalî jî dê jibo endamê meclîsa giştî ya şaredariya bajarê mezin ya Londonê be. Encamên hilbijartinê roja Înê êvarî dê werin deqlare kirin.

CATEGORIES
TAGS
Share This