London çekên giran dişîne Hewlêr

London çekên giran dişîne Hewlêr

London çekên giran dişîne Hewlêr 1

Wezîrê Parastinê yê Kraliyeta Yekbûyî (UK) got ku wê çekên giran û cebilxaneyan bişînin hêzên Herêma Federal a Kurdistanê.

Wezareta Parastinê ya bi daxuyaniyeke nivîskî rewş ji Parlamentoyê re aşkera kir, diyar kir teslîmata çekan û cebilxaneyan roja Çarşemê wê bigihêjin Hewlêrê.

Wezaretê destnîşan kir ku Qraliyeta Yekgirtî jî ji bo alîkariya ji hikûmeta Iraqê re angaje ye û nirxê alîkariyê jî nêzî 2 milyon Euro ye.

Wezareta Parastinê got: “Hêzên Kurd ên bi awayekî zelal ji Dewleta Îslamê di aliyê gerçûpêçê de ji wan kêmtirin, ji bo xwe biparêzin, welatiyên xwe biparêzin û pêşveçûna Dewleta Îslamê paşde bixin bi armanca alîkariya ji wan re em ê bersivê bidin daxwazên wan.”

Hikûmeta Kraliyeta Yekbûyî heta niha tenê alîkariya mirovî dişand û alîkariya çekan a welatên din dibir herêmê.

Fransaya ku çekdayina pêşmergeyan destpê kiriye wê di rojên pêşiya me de 18 ton alîkariyên mirovî bişîne Iraqê.

CATEGORIES
Share This