Li navenda Londra dirûşmayên ‘Îro Kobanê, Sibe Londra’

Li navenda Londra dirûşmayên ‘Îro Kobanê, Sibe Londra’

http://youtu.be/vT4UHNtQzVE 

Li paytext Londra çalakiyên piştevaniya bi Kobanê re ku ew du hefte zêdetirin didomin roja Înê û Şemiyê jî li navenda Londra dewam kir. Meşa bi sedan kes beşdar bûn roja Înê saetên êvarê li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya greva birçîbûnê lê didome pêk hat.

Di meşê de timî dirûşmaya bi Îngîlîzî ya ‘Îro Kobanê, Sibe Londra” hat gotin. Bi sedan kesan bal kişandin ser talûkeya DAIŞ a dibe ku sibe li kolanên Londra pêk were.

Li yek ji qadên bi nav û deng ê Londra Pîcadîlly Cîrcus û Leîcester Square axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ ji bo mirovatiyê tehdîdek e.

Li terqa rê ya Trafalgar Square ku trafîk lê zêde ye bi sedan kesên çalakiya rûniştinê pêkanîn trafîk felc kirin. Çalakî piştî meşa du saetan li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya greva birçîbûnê lê didome bi dawî bû.

Londra merkezde ‘Bugün Kobane, Yarın Londra’ sloganları (GÖRÜNTÜLÜ) 1

Greva Birçîbûnê bi meşeke girseyî hat bi dawî kirin

Greva birçîbûnê roja Şemiyê bi meşeke girseyî hat bi dawî kirin. Piştî Şeş rojên greva birçîbûnê tevî barana xûrt nêzî 3 hezar kes li pêşiya serokwezaretê kom bûn. Berî meşê mîtîngek hat li darxistin û nûnerên saziyên tevlî çalakiyê bûyîn axaftin kirin.

Meşê heta qada Trafalgarê berdewam kir û li wir bi saetan Daîş hat şermezar kirin û dirûşmên piştevaniya Kobanê qêrîn.

Londra’da binlerce kişi Kobane için yürüdü 1

CATEGORIES
Share This