Li Londonê çalakiyên jinan berdewam dikin

Li Londonê çalakiyên jinan berdewam dikin

Kadınlar, stant eylemlerine devam ediyor 1

Yekîtiya Jinên Sosyalîst reze çalakiyên ku Yekê Îlonê li tevahiya Ewrûpa dayîn dest pê kirin berdewam dikin. Jin bi peyama “Em ê rê nedin tarîtiya Daîşê” li paytext Londonê jî çalakiyên xwe berdewam dikin.

6 Îlonê roja Şemiyê li navenda Londonê Picadilly Circus û Trafalgar Squarê stand danîn. Jinan li her du qadan belavok belav kirin. Di belavokan de bal hat kişandin ser hovîtiya çeteyên Daîş´ê.

Yekîtiya Jinên Sosyalîs bi çalakiyên xwe balê dikişîne ser kiryarên çeteyên Daîş´ê yên li hember jinan. Wekî tê zanîn çeteyên Daîş´ê di êrîşa li ser herêma Şingalê de gelek jinên Êzîdî esîr girtibûn. Hîna jî bi sedan jinên Êzîdî di destên van çeteyan de ne.

CATEGORIES
Share This