Li Brîtanya Jibo Cizîrê Bênavber Çalakîyên Xwedîderketinê

Li Brîtanya Jibo Cizîrê Bênavber Çalakîyên Xwedîderketinê

Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk yên di serî de li Cizîr û Surê hêrsa Kurdên Brîtanya jî mezin dike. Kurdistaniyên li Londonê bênavber di nav çalakiyan de ne. Piştî nuçeyên komkûjiya Cizîrê belavbûn di serî de li Londonê gelek çalakî hatin kirin.

 

Roja Yekşemê êvarî meşa ku li herêma Edmontonê ji saetên şevê ve destpê kir, bi sedan kes beşdar bûn. Piştî meşê berdestê sibehê saet 02:00’an li pêşiya avahiya Parlementoya li navenda Londonê çalakiyek hat lidarxistin. Duh sibehê jî girse li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Londonê ya Tirkiyeyê kom bûn, hikumeta AKP’ê protesto kirin. Wekî din duh êvarî jî li balafirgehên Heathrow û Gatwickê jî çalakî hatin li dar xistin.

d8

Li Londonê bi sedan kes jibo Cizîrê meşiyan

LI EDMONTONÊ BI SEDAN KES MEŞIYAN

Roja Yekşemê bi sedan kesên di saetên şevê de li Angela Corner a herêma Edmontonê kom bûn. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Meşa di pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Brîtanyayê ve hat lidarxistin, gelek sazî û rêxistin jî bi alên xwe û pankartan beşdar bûn. Girseyê pankarta mezin ‘Qatil Erdogan’ vekir û di tevahiya meşê de dirûşmên “Qatil dewleta Tirk”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê Derkeve” û “Li Kurdistanê Dawî Li Qetlîaman Bînin” qîr kirin.

Girseya qelebalix a ku heta stasyona trenê ya Seven Sîsters ê Angla Corner ê Edmonton meşiyan piştre daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêkê li Sûr  û Cizîrê li gelek bajarên Kurdistanê terorê dimeşîne û bi sedan sivîl bi awayek wehşî qetil kirin. Di çalakiyê ku di bin ewlekariyek zêde  pêk hat de yek xeta rê li çûyîn û hatinê hat girtin.

Li cihê ku meş bi dawî bû mitîngek kurt hat lidarxistin. Di mîtingê de nûnerên saziyên hevgirtî axivîn.

Türkiye’nin Londra Büyükelçiliği Önünde Cizre Katliamına Öfke 1

Li pêşiya sefaretxaneya Tirk çalakî

LI PÊŞIYA AVAHIYA SEFARETXANEYA TIRKIYEYÊ, LI HEMBER DEWLETA TIRK HÊRSEK MEZIN

Piştî çalakiyên heta saetên sibehê berdewam kir û şûn de duh nîvro gelê ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Londra ya Tirkiyeyê kom bûn, li hember hikûmeta AKP’ê hêrsek mezin dan nişandan. Di çalakiyê de hinek saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî jî amade bûn, hikûmeta AKP’ê bi zimanek tund hat şermezarkirin. Tim dirûşmên “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” qîr kirin.

Tevî baranê jî girse li pêşiya avahiyê du saetan çalakî li dar xist, piştre dest bi meşê kirin. Girseyê randibadiya li pêşiya stasyona Corner a Parka Hyde rê li trafîkê girtin û banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.

heatrow 23

Li Balafitgeha Heathrowê dirûşmên “Kujer dewleta Tirk” bilind bûn

LI BALAFIRGEHÊN HEATHROW Û GATWICKÊ JÎ ÇALAKÎ

Duh êvarê saetên dereng de li balafirgeha herî mezin ya Brîtanya Heathrow û Gatwickê jî çalakî hatin li dar xistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk hat şermezar kirin û banga hişyariyê li qada navneteweyî hat kirin.

Wekî din jî li paytexta Îskoçya Edinburgh, li paytexta Galler Cardîfê û li Brightonê jî çalakiyên şermezar kirinê hatin li dar xistin.
https://youtu.be/BSbcL2j3mrg

https://youtu.be/Bi3WuWH8fus

https://youtu.be/5glSds_iYhY

CATEGORIES
Share This