Li balafirgeha Gatwickê çalakiya Kobanê

Li balafirgeha Gatwickê çalakiya Kobanê

Londra Gatwick havalanında işgal eylemi 1

Roja Duşemê Tevahiya rojê li paytext Londonê çalakiyên ji bo Kobanê dewam kirin. Bi sedan Kurdistanî li balafirgeha Gatwick a Londonê dest bi çalakiyê kirin.

Tevî çalakiya li balafirgeha Gatwickê, herwiha derengiya şevê li ber Sefaretxaneya Komara Tirkiyeyê ya li Londonê jî ciwan çalakiyê lidar xistin.

Bi sedan Kurdistaniyên nîvê şevê hatin termînala Bakur a balafirgeha Gatwickê, li beşa çûyînê çalakiya dagirkirinê dan destpêkirin. Çalakgerên li dijî DAIŞ’ê dirûşme qîriyan, çalakiya wan heta berdestê sibehê dewam kir. Polîsan hemû derî girtin û nehişt kes bikeve hundir. Yên bi armanca destekdayîna çalakiyê hatin, ji aliyê polîsan ve li ber derî hatin sekinandin û çalakiya xwe li berderî kirin.

Li navenda Londonê jî çalakî bi giranî li qada Trafalgar Square hatin lidarxistin. Bi sedan kesên danê êvarê li meydanê kom bûn, erîşên DAIŞ’ê protesto kirin. Nêzî hezar çalakgerî trafîk girtin û destnîşan kirin ku heta gefa li ser Kobanê dewam bike, ew ê di çalakiyê de ti pîvanan nas nekin. Çalakî saet sê sibehê bidawî bû.

CATEGORIES
Share This