Kurdekî Brîtanî ji endamtiya DAIŞ´ê sûcdar hat dîtin

Kurdekî Brîtanî ji endamtiya DAIŞ´ê sûcdar hat dîtin

Li bajarê Birminghamê yê Îngîlîstanê, Kurdekî bi navê Awat Hamasalih, ku hemwelatiyê Brîtanya ye, ji endamtiya DAIŞ´ê sûcdar hat dîtin. Hamasalih piştevaniya DAIŞ´qebûl kir, lê diyar kir ku ne endamê wê ye.

 

Hefteya borî Awat Hamasalih derket pêşiya dadgehê û 10 endamên jûriyê Hamasalih sûcdar dîtin û du endaman jî qebul nekir.

Awat Hamasalih yê 35 salî, li taxa Kingstandingê ya li bajarê Birminghamê dima. Di sala 2002´yan de ji Herêma Kurdistana Başûr hatibû Britaniyayê û di sala 2008´an de bûbû hemwelatiyê Brîtanya. Hamasalih di sermaweza borî de li mala xwe ya li Birminghamê hatibû girtin û bi sûcdariya endamtiya DAIŞê dihat darizandin.

Hamasalih di mediyaya civakî de jibo DAIŞ´ê çekdarên nû berhev dikir. Di mala wî de, belgeyeke ku tê de agahîyên peşmergeyan û malbatên wan hebûn hatibû desteserkirin.

Hamasalih diyar kir ku ew piştgiriya DAIŞ´ê dike lê endamtî qebul nekir.

Tê payîn ku cezayê Hamasalih di 30´ê Pûşperê de were aşkere kirin.

CATEGORIES
Share This