Komkûjiya Kobanê Li Londonê Hat Lanet Kirin

Komkûjiya Kobanê Li Londonê Hat Lanet Kirin

Komkujiya Kobanê ya hefteya borî roja pêcşemê pêk hatî li paytext Londonê li pêşiya sefaretxaneya Tirkiye hat şermezar kirin. 25´ê Hezîranê roja Pênceşemê çeteyên Daîş´ê ketibûn Kobanê û 260 însan qetil kiribûn.

Daiş’in Kobane’ye Saldırıları Londra TC Elçiliği Önünde Protesto Edildi 24

Çalakî roja Înê li pêşiya sefaretxaneya Tirkiye hat kirin. Çalakvanan alîkariya dewleta Tirk bi çeteyên Daîş´ê re bi zimanekî tund şermezar kir û bang li dewletê kir ku dev ji alîkariya bi Daîş´ê re berde. Çalakî ji hêla Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya ve hat li dar xistin.

Di çalakiyê de alên YPG û wêneyên komkûjiya çeteyên Daîş´ê hatin rakirin û piştî daxûyaniya hatî dayîn rêya pêşiya sefaretxaneyê ji trafîqê re ji hêla çalakvanan ve hat girtin.

Di daxûyaniya li ser navê Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya ve hatî kirin de wiha hat gotin; Di serî de em komkûjiya Kobanê lanet dikin û bang li herkesî dikin ku bi gelên Rojava re piştevaniya xwe nîşan bidin. Çeteyên Daîş´ê bi alîkariya dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir û zarok û jin jî di nav de bi sedan kes qetil kirin. Em carek din sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazin.

Yên ku çeteyên Daîş´ê bi rê ve dibe dewleta Tirk a faşîst e.Mirovahî bi ezmûneke nu re rû bi rû ye. Dive li hember vê komkûjiyê bêdeng newe mayîn. Yên ku aliyê mirovahiyê ne divê rêhevlatiya gelê Rojava bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku şoreşa Rojava ya me ye û em ê heta dawiyê lê xwedî derkevin.

Di çalakiyê de wêneyên Serokkomarê dewleta Tirk Tayîp Erdogan hatin şewitandin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

CATEGORIES
Share This