Karacagîl, Bayraktaroglû û Guler hatin bibîranîn

Karacagîl, Bayraktaroglû û Guler hatin bibîranîn

Ayşe Deniz Karacagîl, Fermandarên BOG’ê Ulaş Bayraktaroglû û Azîz Guler ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, li paytext Londonê hatin bibîranîn.

 

 

 

Merasîma bibîranînê ya ku ji aliyê Komîteya Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd ya Londonê ve hatî lidarxistin, hevjîna Ulaş Bayraktaroglû Ekîn Bodûr û birayê Azîz Guler, Ersîn Umut Guler beşdar bûn.

Axaftina destpêkê li ser navê komîteya şehîdan hat kirin û deqeyeke rêzgirtin hat girtin. Piştre sînevîzyon hat temaşe kiirn.

Piştre Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Evrîm Yîlmaz û Ekîn Bodûr axivîn. Dema ku Bodûr behsa Bayraktaroglû kir demê hestiyar jiya. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah ji bi telefonê beşdarî merasîma bibîranînê bû.

 

CATEGORIES
Share This