Jûriya doza Erol Incedal ji erkê hat standin

Jûriya doza Erol Incedal ji erkê hat standin

‘Terör’ şüphesiyle tutuklanan Erol İncedal’ın duruşması Old Bailey’de başladı 1

Doza Erol Incedal ê bi bi sûcê terorê tê tewanbar kirin dê ji nu ve bê dîtin. Doza Erol Incedal ya ku sê hefte bêhtire berdewam dikir negihişt encamê. Dadger Justice Nicol jûriya ku ji heft jin û pênc mêr pêk dihat ji wezifeyê stand. Jibo vê yekê jî dê Erol incedal ji nu ve were darizandin.

Doza Erol Incedal ya ku bi awayekî nîv veşartî tê meşandin, jiber ku ji şerê duyemîn yê cîhanê heta niha doza yekemîn ya ku bi dizî tê meşandin e eleqeyeke mezin tê nîşandan. Erol Incedal bi “plankirina êrîşa terorê” tê tewanbar kirin. Incedal sala 2013´an li paytext Londonê hatibû girtin. Di erebeya Incedal de krokiya navnîşana serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair û jina wî pê re hatibûn girtin. Tevî navnîşanan belgeyên çêkirina bombeyan jî di erebeya wî de hatibûn dîtin.

Di telefona Incedal de hinek peyamên bi şîfre jî hatibûn dîtin û li gorî rayedaran ev peyamên bi şîfre wek plankirina êrîşeke bombeyî mîna êrîşa Mumbai hatine xwendin. Wekî din jî li gorî daxwaznameya dozger radestî dadgehê kirî, tê gotin ku di telefona Incedal de meteryalên ku piştevaniya Daîşê dikin hatine dîtin.

Wekî din di destê dadgehê de hin axaftinên Incedal jî hene. Erebeya Incedal 30 Îlona 2013´an bi hinceta ku zêde hişik diçû, ji hêla polêsan ve hatibû rawestandin. Tê gotin ku dema erebeya wî hatîye sekinandin, ji hêla polêsan ve alavên guhdarkirinê di erebeya wî de hatine bi cîh kirin û Incedal demekê hatiye guhdar kirin û şopandin. Piştî demekê Erol Incedal û kesekê din bi navê Munir Rarmoul-Bouhadjar hatine girtin.

Doza Incedal yak u zêdeyî 3 hefteyane berdewam dikir negihişt encamê. Jiber ku Jûriyê biryara xwe nedaye, Jûrî ji erkê hat dûrxistin. Jibo vê yekê jî dê doz ji nu ve bê dîtin. Lê ne diyare bê kengî dê dadgeh ji nu ve dest pê bike.

Ji şerê duyemîn yê cîhanê heta îro li Brîtanya dozên veşartî nehatine kirin. Jiber vê yekê jî doza Încedal eleqeyeke mezin kişandiye ser xwe. Doza ku li paytext Londonê li dadgeha giran Old Bailey nîv veşartî tê meşandin.

Erol Incedalê 26 salî bi eslê xwe ji Meletî ye. Di yek saliya xwe de bi dayika xwe 3 xwîşk û birayê xwe re hatiye Britanya ye. Bavê Incedal di dema darbeya 12 Îlonê de jiyana xwe ji dest daye. Xwîşka wî Dewrim Incedal bi kod navê Rûken di sala 1993´yan de tevlî nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê bûye û di sala 1999´an de di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Tê gotin Incedal di salên dibistana navîn de nêzîkî fikra îslamî bûye û ji malbata xwe dûrketiye. Incedal di 17 saliya xwe de bi jineke bi eslê xwe Pakîstanî re zewiciye û du zarokên wî hene. Hîna ji xwendavanê beşa hûqûqê li zanîngehê ye.

CATEGORIES
Share This