Jin jibo Yazdemîn Festîvala Zîlan Amade ne

zilan festvivali1

Festîvala Zîlan ya her sal wek kevneşopiyekê li paytext Londonê tê li dar xistin, îsal bi şiyara “Bi Jina Azad Ber Bi Netewa Demokratîk” 28-29 Hezîranê (Şemî-Yekşem) tê li dar xistin.

Ji hêla komîteya amadekar ya Yazdemîn Festîvala Jinê ya Zîlan ve daxûyaniyek hat dayîn û banga tevlîbûnê li jin û welatparêzan hat kirin. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin; “Em Festîvala xwe ya bi awayekî kevneşopî tê li dar xistin, di vê dema ku têkoşîna azadiya jinê di asta herî bilind de û gaveke din nêzî azadiyê bûye de, di serî de Rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) û di şexsê hemû şehîdên jin de diyarî jinên ku dilê wan jibo azadiyê lê dixe dikin.”

Di daxûyaniyê de bal kişandin ser pêvajoya dawî destkeftiyên gelê Kurd anîn ziman ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Di dawiya daxûyaniyê de wiha hat gotin; “Di vê rê de, di serî de jin, tevlîbûna we tevan, dê hêza me zêde bike û di têkoşîna me de bibe gavek. Di vî esasî de, em hemû rêhevalên xwe vedixwînin 11’emîn Festîvala Zîlan.”

Di bernameya festival de nîşandana fîlmê Hêvî, bi beşdarbûna parlementera HDPê panel, defîleya kincên gelerî û konser heye. Fîlmê Hêvî yê ku ji hêla Yuksel Yavuz ve hatiye kişandin bal dikişîne ser têkoşîna jinê. Festîval dê 28 û 29ê Hezîranê were li dar xistin.

 

Bernameya Festîvalê:   

 

Nîşandan Filmê Hêvî
28 Hezîran Şemî

Saet 14:00

Cih: Sînemaya Rio – Dalston

107 Kingsland High St, London E8 2PB

Kesên dixwazin beşdar bibin divê ji rojwomen@googlemail.com re nav û paşnavê xwe bişînin.
Panel
Parlamentera HDPê

Hêvî Producer, Zulfiye Akkulak
Dîrok : 28 Hezîran 2014, Şemî
Saet: 16:00
Cih :Rio Cinema, Dalston

 

Konser:
Rojda
Bengin (Hikmet Cemil)
Defîleya kincên gelerî
Cih : 29 Hezîran 2014, Yekşem
Saet: 16:00

Cih : Navenda Civaka Kurd (KCC) 11 Portland Gardens, London N4 1HU

CATEGORIES
Share This