Ji Îngilîstanê banga ji bo azadiya Ocalan

Li Îngilîstanê, Lord Raymond Hylton, John McDonnell û Margeret Owen jî di nav de gelek endamên Kamara Lordan, nûnerên civaka sivîl û parlamenter ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

MANDELA BÎNIN BÎRA XWE

Endamê Kamara Lordan Raymond Hylton di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ocalan ev du sal û nîv e nikare parêzerê xwe bibîne û li gel vê yekê jî bi Ocalan re hevdîtinên aştiyê tên meşandin. Hylton da xuyakirin ku ji bo Ocalan karibe tevkariyê li aştiyê bike divê tavilê serbest were berdan û got, “Mandela bînin bîra xwe.”

Endamê Kamara Avamê John McDonnell jî da zanîn ku eger hikûmeta Tirk dixwaze bi gelê Kurd re ji bo demeke dirêj aştiyê bike, divê dawî li ragirtina derveyî qanûnî ya Ocalan were anîn. McDonnell destnîşan kir ku ev yek wê bibe sedem ku Ocalan tevkariyê li aştiyeke adîl û mayînde bike.

AZADIYA OCALAN JI BO AŞTIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Parêzera Mafên Mirovan a Navneteweyî Margaret Owen jî destnîşan kir ku ew Ocalan weke mirovekî aştiyê dibîne û anî ziman ku di serdanên xwe yên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê de wê dîtiye ku Ocalan weke lîderekî rastî tê pejirandin.

Owen jî bal kişand ser gotinên Mandela yê digot, “eger nebim mirovekî azad nikarim ji bo aştiyê muzakereyê bikim” û diyar kir ku divê Ocalan tavilê serbest were berdan.

HETA OCALAN AZAD NEBE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE

Dîrektorê Estîtuya Karên Stratejîk a Asya Başûr Alok Bansal jî bang li civaka navneteweyî kir û xwest ji bo azadiya Ocalan ê 15 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin, zextê li hikûmeta Tirk bike. Bansal destnîşan kir ku heta Ocalan azad nebe, ne pêkan e ku ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke were dîtin.

JI BO BI ENCAMBÛNA PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN WERE BERDAN

Bruce Kent Alîkarê Serokê Pax Christi jî da xuyakirin ku Ocalan ji bo aştî û li hevkirinê tevkariyeke berçav dike û ragihand ku divê ev firsend ji aliyê civaka navneteweyî û Tirkiyeyê ve were nirxandin. Kent da zanîn ku beşeke mezin a Kurdan lîderiya Ocalan dipejirînin û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi awayekî serketî biçe serî divê Ocalan serbest were berdan.

Joe Ryan Serokê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Westminiter da xuyakirin ku Ocalan weke “Mandelayê din” tê binavkirin û anî ziman ku pêwîste hikûmeta Tirk tavilê Ocalan serbest berde da ku karibe ji gelê Kurd re rêbertiyê bike. Ryan diyar kir ku ewê desteka xwe ya ji bo kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan dewam bike.

PÊWÎSTE OCALAN DEMEK JI YA DIN ZÛTIR AZAD BIBE

Maggie Bowden Sekretera Giştî ya Liberation jî da xuyakirin ku divê welatên cîhanê û bi taybetî jî yên Ewropayê ji bo serbestberdana Ocalan bangê bikin û diyar kir ku girtina 15 salan têrê dike û divê Ocalan ê bi awayekî derveyî qanûnî hat revandin êdî azad bibe.

Tony Simpson edîtorê Jurnala Weqfa Aştiyê ya Bertrant Russell jî anî ziman ku tevkariya Ocalan a li pêvajoya aştiyê mezin e û destnîşan kir ku azadiya Ocalan wê feydeyeke mezin li pêvajoya aştiyê bike.Lord Hylton demands the release of all political prisoners in Burma

CATEGORIES
TAGS
Share This