Havîn
Li mala Havîn im. Bi dê û bawê wê re li odayan digerin. 5-6 salî ye Havîn. Bi destê dayîka xwe girtiye û bernade. Dayik diçe ku ew di pey deye lê, bala wê li me ye. Havîn şaşwaz e, ne dikene ne digirî. Li rûyê wê sariyeke bê wate, çavên wê rawestayî, nerînên wê vikîvala. Wekî pirên kesan malbatan Havîn jî di destpêka şer de reviyabû.
Çi, çawa qewimî nizanîbûn lê belê ji himehim û gurme gurma dengê topan zanîbûn rewş xirab e. Lawma, dema şer diqede li bayê bazê têne taxê. Bi lez e dayik. Meraq dike mala xwe, alavên xwe, kewna xwe ya temenekî. Li serê kolanê, bi xaniyê bê pace û kunekirî, bi perdeyên li ba rû bi rû dimîne.
Destê dayikê di destê Havîn de ye. Dayik qîr dide û ber bi malê dibeze. Tiliya wê ya eşedê ku Havîn bi her pênc tiliyan ev zeft kiribû ji nava tiliyên Havîn dişemite. Havîn ji qîra dayîka xwe vediceniqe. Havîn, pêşî şaş dibe paşê li dûv dayika xwe dibezê. Nagihêje dayîka ku wek koviyeke bizdayî bi çipeke xezalî xwe gîhandibû hundirê malê.
Havîn nizane çi bûye û çi qewimiye, hew ji qîr-giriyê dayîka xwe tirsiyaye. Bi girî li dûv dayika xwe diçe. Havîn li parçeyên beton û alavên ku ji zixta topan firiyabûn kolanê diterpile. Lewra bi likumîn diçe. Pêlikên ku beriya niha dikarîbû wan bialêse, di binê dîwarên ketî de dibîne. Bi çarlepka Havîn xwe di ser wan re diqulibîne.
Derdikeve qata duduyan. Wek dîneharekê dayîka xwe li nava xanî bi ger dibîne. Dayîk, geh qîran dide, geh digirî, geh waweyliya xwe tîne bi mala xwe ya ku bi dehên salan ji lolana dilê xwe re raxistibû û nehiştibû mêşek li ser alavekê dîne. Havîn, di nava dîwarên ketî re, alavên di nava parçeyên betonê ên perçiqî re xwe li dengê dayîka xwe digire.
Li devderiyê salonê ku dayika wê nedihişt Havîn û zarokên din tengî qoltixên rû etlesî ku hew mêvan li ser wan rûdinandin dibîne. Li pêşberî dayîka xwe radiweste Havîn û çavan zur dike. Wek dîneke ku ji qeyd û bendên xwe filitîbe dayik, geh kabên xwe, geh sînge xwe dikute. Havîn ji dayîka xwe ditirse. Destê xwe tavêje dewa wê û mîna bêjê dayê ez li vir im an jî negirî dayê bi her du destan bi qasî hêza temenê xwe dewa dayîka xwe ber bi xwe ve dikişîne.
Dayîk hayî Havîn dibe. Gava dayikê çav li tirsa nava çavên Havîn dike kezebqatandî dibe. Bi çipekê radihêje Havîn, wê ber bi paxila xwe ve dike, wekî bêjê “mal hemî gorî tebî” bi sînga xwe ve dijidîne. Hêstirên wê ku gindirîbûn ser hinarokan bi nermikên ser tiliyan vedimale. Lê belê, qeweta wê nagîhêjê tirsa nava çavên Havîn ku wê jî bimalê.
Piştî şer, bi çar rojan em li mala Havîn bûn. Tirsa çavên Havîn ku kêf û ken jê silikandibûn mîna rimeke romanî hîn di ciyê xwe de zîç bû. Ev tirsa ku leşkerên romê di çavên zarokên kurdan çêkirî wê kengî biçûya û ji xofa dijminên azad bibûna gelo…? Tirsa zarokîtî xedar e. Mîna daxê rih vedikole û heta mirinê şopê li ser giyan dihêle. Zivistan bû, seqem bû, sar bû, ba bû, bager bû. Û tu bêmal bûyî ew roj Havîn. Bi hêviya demsaleke biharî mîna rojên havînî yên têr germ û têr roj Havîn.