Greva birçîbûnê ya li ber avahiya serokwezaretiyê di roja duyemîn de ye

Greva birçîbûnê ya li ber avahiya serokwezaretiyê di roja duyemîn de ye

Greva birçîbûnê ya li ber avahiya serokwezaretiyê di roja duyemîn de ye 1

Çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kantona Kobanê ev du hefte ne li paytext Londonê tên lidarxistin, bi greva birçîbûnê dewam dike. Kurdistaniyên ku bi dirûşma “Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye” dest bi greva birçîbûnê kirin dan xuyakirin ku heta êrîşên li hemberî gelê Kurd dewam bike, ew ê jî bênavber çalakiyên xwe dewam bikin.

Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê li ber avahiya serokwezaretiyê ya li kolana Downingê dest bi greva birçîbûnê kirin, wê heta 4’ê Cotmehê daxwazên xwe bînin ziman.

Kurdistanî û dostên wan ên duh danê êvarê saet di 18:00 de li meydana Trafalgarê civiyan, ber bi avahiya Serokwezaretiyê ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de li ser hovîtiya DAIŞ’ê belavok hatin belavkirin û daxwaz û armanca greva birçîbûnê hatin bilêvkirin. daxwazên di şeş xalan de hatine berhevkirin, wiha ne:

-Bila dewleta Qraliyeta Yekbûyî, alîkariya çekan a hêzên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêwîstiya xwe pê heye, bike,

-Bila Qraliyeta Yekbûyî, YE û DYA, her sê kantonên li Rojava rêveberiya xweser lê hatiye îlankirin bi awayekî fermî nas bike,

-Dewleta Qraliyeta Yekbûyî, di serî de Tirkiye bila ambargoyê deyne ser hemû welatên destekê didin DAIŞ’ê,

-Bila alîkariya çekan a endamê NATO’yê Tirkiye ya ji bo DAIŞ’ê bi lezgînî were rawestandin,

-Neteweyên Yekbûyî divê ti carî destûrê nede plana herêma tampon a aliyê Tirk pêşniyara wê dike,

-Neteweyên Yekbûyî û rêxisitnên jinan divê der heqê aqûbeta jinên hatine revandin de lêpirsînê bidin destpêkirin û ji bo rizgarkirina wan bikevin nava tevgerê.

 

Alaettin Sinayic

CATEGORIES
Share This