Faysal Sariyildiz dê li parlamena Brîtanya biaxive

Faysal Sariyildiz dê li parlamena Brîtanya biaxive

Parlementerê HDP´ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz dê di derbarê rewşa dawî ya sîyasî ya Tirkiye û Kurdistanê li Parlemena Brîtanya biaxive.

 

Parlementerê Partiya Gelan A Demokratîk Faysal Sariyildiz dê wekî axaftvanê sereke tevlî civîna bi navê “Pirsgirêka Kurd û kaosa Rojhilata navîn” ya ku li parlemena Brîtanya were lidarxistin bibe. Civîn ji aliyê Kurdish Progress ve tê organîze kirin û rojnamevan Kadir Suleyman Kacan jî wekî axaftvan tevlî civînê dibe.

Civîn dê ji 17´ê Gulanê Saet 19:00´an li Committee room 12 were li dar xistin. Malavaniya civînê ji hêla Parlementera Îskoç Natalie McGary ve tê kirin û dê ji gel re vekirî be.

Jibo bêhtir agahî hûn dikarin malpera http://www.kurdishprogress.org/events bibînin.

CATEGORIES
Share This