EVDER NE SÛRÎ YE, LONDON E!

EVDER NE SÛRÎ YE, LONDON E!

Dawiya hefteyê li paytext Londonê endamekê Daîş´ê li paytext Londonê bi ala Daîş´ê li derdora parlemenê tûr avêtin. Zilamê ku tevî aleke mezin ya Daîş´ê li pişta xwe pêçayî, alek jî kiribû destê keça xwe ya piçûk û li navenda Londonê geriya. Şaredarê bajarê mezin yê Londonê Boris Johnson di daxûyaniya xwe ya di derbarê mijarê de wiha got; “Divê ala Daîş´ê newe qedexe kirin, em welatekî azad in”

EVDER NE SÛRÎ YE, LONDON E! 1

Piştî ku di êrîşa Tunusê de sih Brîtanî jiyana xwe ji dest dan, Serokwezîr Cameron anîbû ziman ku dê bi her awayî li hember Daîş´ê têbikoşin.

Zilamê ku ji aliyê polêsan ve hat sekinandin lê nehat binçav kirin û zilam bi ala Daîş´ê gera xwe berdewam kir. Berî niha bi hefteyekê li Tunusê ji hêla çeteyên Daîş´ê ve êrîşeke çekdarî pêkhatibû û 30 hemwelatiyên Brîtanî jiyana xwe ji dest da bûn. Wekî din tişta balkêş ew bû ku ev çalakî berî salvegera êrîşa 7/7 ya Londonê çend rojan pêk hat.

Dawiya hefteyê danê nîvro di dema herî qelebalix de zilamê ku li navenda Londonê digeriya, kesên derdorê bi awayekî şaşmayî lê temaşe kirin. Polêsan mûdaxaleyî zilamê bi ala Daîş´ê nekir û vê yekê gelê derdorê bêhtir matmayî hişt. Polêsan di derbarê bûyerê daxûyanî da û piştrast kir ku zilamê bi ala Daîşê hatiye sekinandin lê nehatiye binçav kirin, jiber ku li gorî wan ev yek ne sûc e.

Boris Johnson Kürdistan’da Silah Kuşanıp Dağa Çıktı 1

BORIS JOHNSON: DIVÊ ALA DAÎŞÊ NEWE QEDEXE KIRIN

Jiber ku polêsan mûdaxelayî zilamê bi ala Daîş´ê nekir, gelek rexne hatin kirin. Rayedarên ewledariyê anîbûn ziman ku rakirina ala Daîş´ê ne qedexe ye, îro şaredarê bajarê mezin yê Londonê Borîs Johnson jî heman tişta anî ziman. Johnson di daxûyaniya xwe ya di derbarê mijarê de wiha got; “Divê ala Daîş´ê newe qedexe kirin, em welatekî azad in”

EVDER NE SÛRÎ YE, LONDON E! 2

 

CATEGORIES
Share This