EM Ê DAWIYA HEFTÊ LI WIR BIN: W14 8UX

EM Ê DAWIYA HEFTÊ LI WIR BIN: W14 8UX

30-31´ê Gulanê roja Şemî û Yekşemê hemwelatiyên Tirkiye yên li Brîtanya dijin dê biçin ser sindoqan. Jibo hilbijartina herî krîtîk ya Tirkiye ya 7´ê Hezîranê 86 Hezar hilbijêr dê li London û Edinburghê dengê xwe bikar bînin.

secim-genel1

Li gorî piranî anketên dawî HDP benda sedî dehan derbas dike û li gorî hinekan jî di sînorê sedî dehan de ye. Li gorî hin şîrketên girîng yên lêkolînê tê xuya kirin ku bi derbas kirina benda sedî ya HDP´ê re, dê AKP bi tena serê xwe nikaribe hikûmetê ava bike.

Tê xûyakirin ku dengên li derveyî welêt tên bikaranîn dê bandoreke mezin li encamên hilbijartinê bike. Deng dayîna 8´ê Gulanê li Ewrûpa dest pê kirî dê di 31´ê Gulanê de bi dawî bibe. Jibo parastina sindoqan sê mifte jibo odeyên ku deng lê werin parastin hatine çêkirin û dê van mifteyan bidin AKP, CHP û MHP´ê. Dema ku çûwalên dengan bibin Tirkiye jî dê endamekî/ê HDP´ê jî di balafira kargoyê de wekî çavdêr hebe. Wekî din jî dema ku deng li Enqere werin hejmartin jî dê endamekî koordinasyona HDP´ê ya Brîtanya jî li wir amade be.

EM Ê DAWIYA HEFTÊ LI WIR BIN: W14 8UX 2

Kordînasyona hilbijartinê ya Brîtanya diyar kir ku ´berpirsiyariyeke dîrokî li pêşiya gelê me ye û lazim e gelê me li gorî vê berpirsiyariyê xwe amade bike.´ wekî din jî jibo birina gel ya ser sindoqan amadekariyeke mezin hatiye kirin. Kordînasyona hilbijartinê dê ji gelek herêman erebeyan rake navnîşana dengdayînê ya li Hammersmith Road, Kensington, London W14 8UX. 

Kordinasyona Hilbijartinê Ya HDP´ê Dê Gel Bikişîne Ser Sindoqan

Kordînasyona Hilbijartinê Ya HDP´ê ev demeke dirêje bi rihê seferberiyê dixebite. Her roj li gelek herêman standan dideyne û gel hişyar dike, hema bibêje cihekî ku belavok negihiştiyê nehiştiye, li dawetan digere û banga hişyariyê dike, bi rêya medya sosyal bikartînin û her roj li gelek navendan civîn tên li dar xistin. Di nav kordînasyonê de 26 sazî cih digirin û bi awayekî çalak xebatên xwe dimeşînin.

EM Ê DAWIYA HEFTÊ LI WIR BIN: W14 8UX 1

Hemweletayên Tirkiye yên li Brîtanya dijîn jibo hilbijartina parlementoya Tirkiye, dê 30-31 Gulanê li Kensington´ê li Navenda Peşengeha Olympia biçin ser sindoqan.

Di derbarê hilbijartinê de çend pirs:

 Sindoqên hilbijartinê dê kengî û li ku wern danîn?

30-31 Gulanê du rojan hûn ê bikarin denge xwe bikar bînin. Ji van her du rojan hûn kîjan rojê herin bi dile xwe ne. Li Londonê dê dengdan li Olympia Exhibition Centre (Hammersmith Road, Kensington, London W14 8UX) were kirin.

Li Îskoçya jî li Edinburg’ê, (Forsyth House, 93 George St, Edinburgh EH2 3ES) dê sindoq werin danîn.

Randewû hewce ye?

Na, sîstema randewûyê hatiye rakirin. Yek ji van her du rojan hûn dikarin biçin dengê xwe bidin.

Ez çi bi xwe re bibim?

Jibo hûn bikarin dengê xwe bikar bînin divê navê we di lîsteya hilbijartinê de hebe û divê hûn nasnameyeke ku wêneyê we li ser bi xwe re bibin. (Nasname an jî pasaporta Tirk)

Ez çawa dikarim biçim?

Kordînasyona HDP´ê ji 8 navendan orobûsan radike.

Komeleya Kırkısrakiyan (Ponders End): 4-6 Derby Road, Enfield EN3 4AN, Tel: 020 8805 9970, Mobile: 07542413923

Kervan (Edmonton): 293 Fore Street, London N9 0PD, Mobile: 07908152343

DAY-MER (Tottenham): 22 Moorefield Road, Tottenham, N17 6PY, Tel: 07956260367

Navenda Civaka Kurd (Haringey): 11 Portland Gardens, Haringey, London N4 1HU, Tel: 020 8880 1804 Mobile: 07432819896

Malagel (Halkevi) (Hackney Dalston): 31-33 Dalston Lane, London E8 3DF, Tel: 020 7249 6980, Mobile: 07949248117

Cemevi: (Hackney Dalston): 89 Ridley Road, London E8 2NH, Mobile: 07949248117

Croydon TFC (Croydon): 73-77 London Road, West Croydon, London CR0 2RF, Mobile: 07770058353

Pêşiya Bellona Lewisham (Lewisham): 219-221 Lewisham High Street, London SE13 6LY, Mobile: 07770058353

Telefonên kordînasyonê: 07415006551, 07487602535

CATEGORIES
Share This