Di planên Ed Miliband de dewlet û şîrket dikevin mezada trênan
Ed Miliband bi planên xwe yên forma xwedîtiya sektora trênan hinek endamên partiya xwe, di gel sendîkayên trênan hêrs dike.
Rast e ku tê de mûmkin e trên vegerin aliyê dewletê, lê di pîlanên Miliband de ew kontrat li gel şîrketên trênan xilas dibin dê bibin hedefên mezadan (îhale), û dê dewlet û şîrket bikevin ber hev da ku wan kontratan bistînin.
Di sîstema îro de, hikûmet kontratên birêvebirina xetên trênan difiroşe şîrketan, û ew şîrket bo faydê xwe trênan bi rê ve dibin. Gelek gilî û gazin hi hêla gel ve di vê mijarê de tên. Hinek ji van gazinan wek bihayê bilêtan, derengiya trênan, û qerebalixa wagonan e. Tevî vê plana Miliband jî hinek endamên Partiya Karker (Labour) dixwazin hemû xizmetên trênê vegerin bin kontrola dewletê. Lê Miliband dixwaze dewlet jî her weke şîrketeke taybet bikeve mezadê .
Planên Miliband rê li vegera trênan bo dewletê vedike, lê redkirina wî ya pêşniyara ku hemû xet bêyî asteng vegerin destê dewletê wek dijî rêbazên Labour û çepê tê dîtin.
Lê xwediyên rêbazên rastgir jî bi vê nexweş in. Kesên di sektora trênan de berpirs dibêjin ku divê dewlet têkil nebe.
RDG, saziya nûnertiya şîrketên taybet yên trênan dike, dibêje ku xetên taybet yên trênan bandoreke erênî li xelkê dike, û mesrefên dewletê kêm dike. RDG dibêje ku divê trên bimînin di destên taybet de.
Sendîkaya Trênan dibêje ku ew, piraniya xelkê, ligel 50 rêxistinên Partiya Karker yên herêmî dixwazin trên bi tevahî vegerin destê dewletê. Di dengdanên sendîkayê de, piranî deng çûn bo xwedîtiya dewletê. Rêxistinên herêmî yên Partiya Karker, û, li gorî anketa Observer, 70% ji xelkê Brîtanya piştgiriya vê çendê dikin. Herwiha nêrînên Miliband berovajî nêrînên piraniya berpirs û parlementerên partiya karker in.
Di hefteyên pêş de ev plan bi fermî tên ragihandin, û ji bersivên seretayî xwiya ye ku planên wî hem çepgiran aciz dike, û hem jî rastgiran. Hem sendîkayên sektora trênan, û hem saziyên nûnertiya şîrketên trênan. Û ya herî giring, nêrîna gelemperî ya xelkê jî binpê dike.
Amed Hirorî