Deh Hezar Kes Li Londonê Meşiyan

Deh Hezar Kes Li Londonê Meşiyan

Komkujiya bombeyî ya li hember ciwanên SGDF’yî yên ji bajarên cuda yên Tirkiyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çûbûn Pirsûsê pêk hatî li paytext Londonê hat protesto kirin.
https://youtu.be/X4cTCb95uD8
Ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê tevkariyên xwe bikin ji bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi dirûşma “Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re jî ava bikin” kom bûn û bi pêlîstok û hêviyên xwe ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Roja Duşemê di dema daxûyaniyê de êrîşeke xwekûjî li hember ciwanan pêkhat û di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev komkûjî duh li bakûrê Londonê bi meşeke girseyî hat lanet kirin.
https://youtu.be/dhh7LqQwXqY
Di saetên êvarî de li îstasyona Manor House bi hezaran kes kombûn. Çalakiya ku ji hêla Hêza Yekitiya Demokratîk ya Brîtanya ya ku gelek sazî û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiye di nav de cih digirin hatî organîze kirin bi axaftinan dest pê kir. Di bernameya li îstasyonê hatî kirin de berpirsên Stop the war coalition, sendîqaya RMT û TUSC axaftin hatin kirin. Berpirsê Stop the war coalition di axaftina xwe de komkûjî lanet kir û bal kişand ser alîkariya dewleta Tirk ya bi Daîş´ê re. Axaftvanên din jî bal kişand ser berpirsiyariya dewletên Ewropa û anîn ziman ku di derketina Daîş´ê de para wan jî heye.
https://youtu.be/dhh7LqQwXqY
Piştî axaftinan gel ber bi Turnpike Lane ve dest bi meşê kir. Her çiqas çû hejmara girseyê mezin bû û hejmara derket derdora 10 hezaran. Girseya ku bi pankarta li ser ´Şehîd Namirin´ nivîsî û wêne û qûrnefîl li ser heyî dimeşî, bê navber dirûşmeyên mîna “Kûjer kîye, dewleta Tirk e” hatin avêtin.
https://youtu.be/m7lDJWfueNc
Bi hezaran kesên ku heta Li parka Turn pike lane meşiyan li nava parkê kombûn. Li vir jî gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Hêza yekitiya demokratîk ya Brîtanya serokê BAF´ê Israfil Erbil, li ser nave Meclîsa Gelê Kurd ya Brîtanya Ercan Akbal, li ser navê MLKP û wekî din jî parezera mafên mirovan Margaret Owen axaftin kirin.
https://youtu.be/TwLqB-IbsE0
Di dawiya çalakiyê de ala AKP û DAê yak u bi hev ve bû hat şewitandin.

CATEGORIES
Share This