Corbyn: Êrîşên Dewleta Tirk Mirov Dixe Nav Fikaran

Corbyn: Êrîşên Dewleta Tirk Mirov Dixe Nav Fikaran

Jinan ji bo balkişandina ser êrîşên di serî de Cizîr ên li ser Kurdistan û bi daxwaza êrîşên heyî bibin rojeva meclîsê bi Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Corbyn got pêşketinan ji nêz ve dişopînin û bûyer fikaran dide avakirin, da xuyakirin ku di asta Wezareta Karên Derve ya Îngîltere de wê hewldanên wan çêbibin.

Di hevdîtinê ya li ofîsa herêma Îslîngton a Corbyn de li ser rewşa birîndarên ev 10 roj in li Cizîrê di bodrûmekê de ne hat gotûbêjkirin. Heyeteke ji Meclîsa Jinan a Roj bi Corbyn re civiya û dosyaya têkîldarî êrîşên dewleta Tirk radestî Corbyn kir.

Corbyn da zanîn ku ew gelek caran çûye Kurdistanê û bajarên wekî Cizîrê jî baş nas dike. Corbyn di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku rûdidin û got ku ji salên 90 heta niha mixabin tiştek li Tirkiye nehatiye gûhartin û di ser de jî xerabtir bûye.

 

CATEGORIES
Share This