Bi sedan kesan cenazeyê şervanê YPG’ê Scurfîeld pêşwazî kirin

Bi sedan kesan cenazeyê şervanê YPG’ê Scurfîeld pêşwazî kirin

kosta2

Kurdên li Brîtanyayê, cenazeyê Konstandinos Erik Scurfield li Balafirgeha Manchester bi girseyî pêşwazî kirin.

Bi sedan kesên ji danê sibehê ve li ber balafirgehê kom bûn, cenazeyê Konstandinos bi kulîlkan pêşwazî kirin. Piştî wesayîta cenaze gihişt nav gel kêliyên hestyar rû dan.

Li Til Berak, 2’ê Adarê di şerekî navbera çeteyên DAIŞ û şervanên YPG’ê de welatiyê Brîtanî şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Scurfield vê sibehê li Balafirgeha Manchester ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin.

Di merasîmê de alên YPG-YPJ, wêneyên mezin ên Konstandinos hatin hilgirtin. Dirûşmên “Şehîd namirin” hatin gotin.  Di merasîma pêşwazîkirina cenaze de peyama spasiyê ya malbatê jî hat xwendin. Piştî deqeyek rêzgirtinê cenazeyê Konstandinos Erik Scurfield ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê.

Der barê wê cenazeyê Konstandinos Erik Scurfield kengî bê defnkirin de hê ti agahî nehatine girtin.

kosta3

CATEGORIES
Share This