Mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê: Divê Ocalan azad bibe
Unite the Union, ji dewleta Tirk xwest ku li pêvajoya çareseriyê vegere û mercên azadiyê ji bo Ocalan biafirîne.
Mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê Unite the Union bang li dewleta Tirk, ku bi lezgînî li hevdîtinên aştiyê vegere û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde.
Li ser navê Meclîsa Rêveber a Unite the Union, belavokek bi serenavê “Ji Ocalan re azadî, divê hevdîtinên aştiyê bi lezgînî ji nû ve destpê bikin” hat weşandin. Di belavokê de fikar û gumanên ji ber rewşa şîdetê û şerê dema dawî hatin bilêvkirin.
Sendîkaya ku 1,42 mîlyon endamên xwe hene, da xuyakirin ku hevdîtinên aştiyê yên di navbera Ocalan û dewleta Tirk de, ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve beriya hilbijartinên giştî ji nişka ve hatine qedandin û destnîşan kir, ku Erdogan di nava hesabeke şaş de ye.
‘ERDOGAN BIRYAR DA; ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KURDAN DESTPÊ KIR’
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî vê biryara krîtîk a Serokkomar, têkiliyên navbera dewleta Tirk û Kurdan bi lez û bez xera bûn û dewleta Tirk li hemberî qadên Kurdan ên li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîşên hewayî kir. Ev êrîşî di bin navekî sexte yê ‘bi DYA re li dijî DAIŞ’ê şer dike’ hat kirin. Lê di rastiyê de ev êrîş li hemberî hêzên Kurd hat kirin, ku ev hêz li dijî DAIŞ’e şerê herî xurt dimeşînin û bajar û gundên xwe yên weke Kobanê diparêzin. Van êrîşan, gefa li herêmê ku ev demeke dirêj veguheriye qada şerekî tirsnak, mezintir kirine.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê bi lez û bez hewldan werin kirin û ji bo hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin, gavên zexim û erênî werin avêtin.
‘AZADIYA OCALAN WÊ TEVKARIYEKE MEZIN LI AŞTIYÊ BIKE’
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bidawîbûna şer û ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê, wê gaveke gelekî girîng be.
Sendîkaya Unite the Union bang li hikûmeta Qraliyeta Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û NATO’yê kir, ku ji bo êrîşên li dijî Kurdan bi dawî bibin û dewleta Tirk li hevdîtinên aştiyê vegere, di asta herî bilind de zextê bikin.