‘Ev Hilbijartin Ne Hilbijartineke Ji Rêzê Ye’
Hevşaredara bajarê mezin ya Amedê Gulten Kişanak di axaftina xwe ya li mîtînga li Lee Valley Athletic Centre ya Londonê de diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ne hilbijartineke ji rêzê ye û destnîşan kir ku qîmetê dengekî bi tenê jî gelekî zêde ye.
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Brîtanyayê, roja Yekşemê li Lee Valley Athletic Centre ya Londonê bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û nûnerê Konfederasyona Elewiyên Ewropa Zeynel Ozen û girseyeke qelebalix mîtîngek organîze kir.
Kişanak bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir û got, “Di van hilbijartinan de hûnê bi dengê xwe re rêveçûna welatê me diyar bikin.” Kişanak anî ziman ku di vê hiblijartinê re wê rê û rêbazên rêveberiya welêt were diyarkirin û got, “Ev hilbijartin hilbijartineke ji rêzê nîne. Xemsariya rojekê dikare bibe wesîleya rêveçûna nebaş a pêşeroja me. Lewma her dengek gelekî bi qîmet e.”
‘HEMÛ NASNAME Û BAWERÎ WÊ QEZENÇ BIKIN’
Kişanak di dewama axaftina xwe de got, “Em bi gelan re, li gel hev, di meşa azadî û biratiyê de ber bi rêwîtiya serketinê ve dimeşin. 7’ê Hezîranê wê bibe mîladê vê. Dema di êvara 7’ê Hezîranê de sindoq vebûn, wê Elewî, jin, ciwan, karker, kedkar, Tirk, Kurd, hemû gel û baweriyên li vê xakê qezenç bikin.”
Kişanak da zanîn ku ew hatine qonaxeke gelekî krîtîk û got, “Li Tirkiyeyê bi ragihandina rejîma otorîter re wê desthilatdariya qesrê dewam bike û Kurd, Ermenî, Çerkez, Elewî, jin û mêr em ê hemû bi hev re perîşan bibin. Divê em bi dengê xwe re li dijî vê rêveçûnê derkevin. Yekane hêza vê rêveçûnê bisekinîne jî HDP ye.”
Kişanak bang li hemû gelan bi taybetî jî jin û Elewiyan kir ku vê hilbijartinê weke hilbijartina çarenûsa xwe bibînin û bi vî rengî helwestê nîşan bidin.
‘EV HILBIJARTIN DIKARE BIBE PÊNGAVEK JI BO ROJHILAT NAVÎN’
Kişanak bibîr xist ku Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê, mirov ji cih û warên xwe bûne û got, “Em dikarin vê lîstikê xera bikin. Ji bo xerakirina vê lîstikê jî divê em xwedî li felsefeya jiyana azad derkevin. Derdê me ne çûyîna parlamentê ye; eger derdê me ev bûya, em ê bi parlamenterên serbixwe tevlî hilbijartinê bibûna. Lê belê me ya zehmet tercîh kir. Ji bo azadiya gelên xwe em têdikoş in.”
Kişanak anî ziman ku baweriya wan ji jiyana bi hev re ya gelan a hurmetê nîşanî maf û hiqûqa hev didin, tê û got, “Divê em vê bi ser bixînin. Eger em bi ser nexînin ev kaosa li Rojhilata Navîn dikare me jî dîl bigire. Lewma ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dikare bibe mînak. Serketina şoreşa Rojava wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de careke din iîspat bibe û ji Rojhilata Navîn re bibe model.”
‘BI NASNAMEYA XWE YA ELEWÎ RE BI SALAN DI NAVA VÊ TÊKOŞÎNÊ DE MIN CIH GIRT’
Kişanak da xuyakirin ku wê bi nasnameya Elewî bi salan di nava vê têkoşînê de cih girtiye û got, “Nasnameya min a Elewî ti carî li paş nema. Lê belê ez ti carî ji îdîaya xwe ya azadiyê jî venegeriyam. Divê em karibin herduyan bi hev re bimeşînin.”
Di mîtîngê de her wiha nûnerê Kofederasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê Zeynel Ozen, koordînasyona hilbijartinê ya HDP’ê ya Brîtanyayê, nûnerên jin û ciwanan axaftin kirin û banga tevlîbûna li hilbijartinan kirin.
Ozkan Orman, Koma Sersî, Çîgdem Aslan û Koma Zelal jî di mîtîngê de derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin