Bi Deh Hezaran Kes Jibo Newrozê Li Hev Kom Bûn

Bi Deh Hezaran Kes Jibo Newrozê Li Hev Kom Bûn

newroz2

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê duh li Londonê pîrobahiya Newrozê li dar xist. Di pîrozbahiya ku li Finsbury Park hatî organize kirin de zêdetirî 10 hezar kes amade bûn.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û dayika şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê welatiyê Îngilîzî ku di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Vasiliki Scurfield, axivîn.

Wekî din Şaredara Haringeyê Kaushika Amin, Parlementerê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn, Parlementerê Parlementoya Ewrape yê ji Partiya Keskan Jean Lambert, Nunerên MLKP, Nunerên Tevgera Goran, nunerên Hilbijartinê yên HDP’ê yên Brîtanyayê, gelek siyasetmedar û çalakgerên mafê mirovan tevlî şahiyê bûn û her yek ji wan axaftinek kirin.

Di bernameya çandî ya pîrozbahiyê de hunermendên Kurd Hesen Şerîf, Rojda, Grup Seyran û Koma Serxwebûn derketin ser dikê. Her wiha Koma Govenda Aştî derkete ser dikê û performansa xwe nîşan da. Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê  Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di ekrana mezin de hate nîşadan.

Di pîrozbahiyê de dirûşimên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Şehîd Namirin” hatin gotin. Pîrozbahiya 7 saet berdewam kir, di saetên danê êvarê de bi dawî bû.

 

CATEGORIES
Share This