Pîrozbahiyên 8´ê Adarê dê hefteyekê berdewam bikin

Pîrozbahiyên 8´ê Adarê dê hefteyekê berdewam bikin

kadin-yuryus4

Pîrozbahiyên 8´ê Adarê Bi Silavkirina Serkeftina Kobanê Destpêkir

Pîrozbahiyên 8´ê Adarê yên li Londonê bi meşa ´Silavkirina berxwedan û serkeftina jinan li Kobanê´ destpêkir. Bi dehan jin ji îstasyona Manor house heta parka Turnpike Lane meşiyan.

Meşa ku ji hêla Platforma Jinan ya 8´Adarê ve hatî organîze kirin roja Yekşemê bi tevlîbûna gelek jinan hat li darxistin. Jinên ku bi pankarta li ser “Bijî 8´ê Adarê”, “Bîjî berxwedana me ya Kobanê” nivîsî meşiyan bê navber dirûşmên wek ´jin jiyan azadî´, ´dest nede keda min, bedena min û nasnameya min´ qêriyan.

Di daxûyaniya hevpar ya li ser navê platforma jinan ya 8´ê Adarê hatî xwendin de banga bilindkirina têkoşîna li hember tûndiya li ser jinê hat kirin. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin; “Li her deverê cîhanê tûndiya li ser jinê berdewam dike. Li Ukrayna 40 jin wekî ganîmeta şer hatin revandin. Li Rojhilata Navîn li hember jinan êrîşên hovane her roj zêdetir dibin. 3 hezar jinên Êzîdî ji hêla çeteyên Daîş´ê ve hatin revan din û rastî tecavûzê hatin. Li Ewropayê her roj 7 jin tên qetil kirin. Li Brîtanya hefteyê du jin tên qetil kirin…

Li Londonê 8’ê Adarê wê hefteyekê bi çalakiyan were pîrozkirin. Çalakiyên di 1’ê Adarê de bi meşê destpê kirin, wê bi nîşandana fîlm, meşa jinan a navendî û panelan dewam bike.

Jinên Kurd ên li Londonê dijîn, di 1’ê Adarê de bi meşekê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin. Bernameya çalakiyên ji aliyê Platforma Jinê ya 8’ê Adarê ve tê organîzekirin, bi vî rengî ye:

 

  • Nîşandan Film:

           Dîrok: 5 Adar 2015 (Pêncşem)

           Saet: 18:30

           Cih: Navenda çandê ya Tohum, Stoke Newington

         “Kirasê Mirinê: Hewîtî ”

 

  • Şahiya 8´ê Adarê ya IMECE

           Dîrok: În, 6 Adar 2015

           Saet: 10:30-15.30

           Cih: MILDMAY COMMUNITY CENTRE, Woodville Road N16 8NA

  • Meşa Jinan ya Million Women Rise

        “Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana YPJ´ê ya jinên Kurd”

           Dîrok: 7 Adar 2015 (Şemî)

           Saet: 12:00

           Yer: Oxford Street (Selfridges)

  • Panel û Şahî

           Dîrok: 8 Adar 2015 (Yekşem)

           Saet: 15:00-19:00

           Cih: Navenda Civaka Kurd, Haringey

Panel: “Ji Rojava heta Ewrûpa, berxwedana Jinan û Destkeftiyên wan”

Panelist: Berfin Hezil, Hatice Güden, Feride Kumbasar

Şahî:

Sinevizyon, Folklor, Dengbêj, Paula Darwish, Koma Zelal û hunermendên surprîz

 

CATEGORIES
Share This