Milyonan Kes Di Xeteriya Bêmal Bimînin De Ne

Milyonan Kes Di Xeteriya Bêmal Bimînin De Ne

Milyonan Kes Di Xeteriya Bêmal Bimînin De Ne 1

Li gorî saziya xêrxwaziyê Shelter, Bêhtirî 3 milyon malên li Brîtanya di xeteriya nedana kirê û morgage xwe de ne vê mehê. Saziya Shelter berdewam dike û dibêjê eger faîz zêde bibe dê gelek kesên din jî bikevin xeteriyê.

Saziya Shelter di lêkolînên xwe de diyar dike ku 60% ji xelkê Brîtanyayê bi zehmeteke mezin kirê û mortgage´ên xwe didin, yan hewl dikin bidin. Yek ji neh kes ditirsin ku nikaribin vê mehê heqê kirê û mortgage´an bidin piştî xerckirinên christmasê.

Shelter dibêje ku bihayê xaniyan û kirêyan “li jor ewran e” û dibe sebeb ku xelk û malbat bikevin bin zexta deynan.

Kesên ku diçûn ser rûpelê Shelter gelekî zêde bûye di mehên borî de, nîşana wê ku bêtir kes ji rewşa xwe ya aborî ditirsin.

Hejmara jimalderxistinan ji rojê 100´an borî payîza çûyî. Beylîfan 11,000 malên kirê ji kirêdaran standin di navbera Tîrmeh û Îlonên borî de. Di heman demê de 2805 xanî ji kesên bi morgage hatin standin.

CATEGORIES
Share This