Meclîsa Jinan ya Roj 9´emîn kongreya xwe lidaxist

Meclîsa Jinan ya Roj 9´emîn kongreya xwe lidaxist

Roj Kadın Meclisi 9. Olağan kongresini gerçekleştirdi 1

Meclîsa Jinan ya Roj ya kul i paytext Londonê xebatên jibo jinan dike, 9´emîn kongreya xwe ya asayî lidarxist.

Kongre li Navenda Civaka Kurd li Haringeyê bi tevlîbûna 60 jinî pêk hat. Kongre bi deqek rêzgirtin dest pê kir û paşê jî dîwan hat hilbijartin.

Ji Kobanê silav li Kongreyê hat kirin

Piştî axaftina vekirinê ji hêla dîwanê ve, hevserokê kantona Kobanê Asya Abdullah bi rêya telefonê tevlî kongreyê bû kongre silav kir. Asya Abdullah di derbarê rewşa dawî ya Kobanê de agahî dan û da zanîn ku berxwedana bêhempa ya Kobanê di heman demê de ya hemû jinên Kurdistanê ye. Abdullah di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku, divê li hemû qadan jin bi rihê berxwedana Kobanê xwe bi rêxistin bikin.

Jin pêşengên berxwedanê ne

Di kongreyê de nîqaşên cur be cur hatin meşandin û bi giştî jî li ser berxwedana jinan ya li tevahiya Rojava û Şengalê hat sekinandin. Di kongreyê de yek ji peyama herî derketî pêş jî ewbû ku, jin dê tarîtiya Rojhilata navîn ronî bikin.

Piştî nîqaşên sîyasî raporên rêxistinî û aborî hat xwendin û li ser van nîqaş hatin meşandin. Di kongreyê de wekî din di rêziknameyê de hin gûhartin hatin kirin. Di rojeva hilbijartinê de 35 jin jibo meclîsê hatin hilbijartin. Wekî din 8 komîte jî hatin saz kirin. Ev komîte ji, Rêxistin, Perwerde, Aborî, Têkiliyên derve, Civakî, dayikên aşitiyê, jinên ciwan, ziman û çand pêk tên.

Kongreya ku tevahiya rojê berdewam kirî bi slogana “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hat bi dawî kirin.

CATEGORIES
Share This