Encama dengên li Londonê hatîn bikaranîn aşkere bû.

Encama dengên li Londonê hatîn bikaranîn aşkere bû.

ingiltere

Encama hilbijartina serokkomariya Tirkiye ya ku 2–3 Tebaxê li paytext Londonê hatibû kirin hat eşkare kirin. Ji 79,164 hilbijêrên qeydkirî yên li Brîtanyayê tenê 5062 kesan denge xwe bikaranî bûn, li gorî encama hilbijartinê namzetê Chp–Mhp´ê Ekmeledddin Ihsanoglu ji sedî 49.69 dengên li Brîtanya hatîn bikaranîn wergirtin. Namzetê HDP´ê Selahattin Demirtaş jî ji sedî 26.77 deng wergirtin.

2–3 Tebaxê li paytext Londonê li navenda Olympia jibo hilbijartina serokkomariyê hemwelatiyên Tirkiye çûbûn ser sindoqan. Ji 79,164 hilbijêran tenê 5062 deng hatibûn bikaranîn. Dengên hatîn bi karanîn bê hejmartin şandibûn Tirkiye û li wir roja Yekşemê hatin hejmartin.

ENCAMA HILBIJARTINÊ YA BRÎTANYA-LONDON

Hejmara hilbijêran: 79.614

Dengên hatîn bikaranîn: 5062

Dengên derbasdar: 5035

Dengên nederbasdar: 27

Ekmeleddin İhsanoglu: 2525 %49.69

Selahattin Demirtaş: 1348 %26.77

Recep T Erdogan: 1185 %23.54

 

ERDOGAN JI %62.77 DENGÊN DERVEYÎ WELÊT WERGIRTIN

Ji dengên li derveyî Tirkiye jibo hilbijartina serokkomariyê hatîn bikaranîn ji sedî 62.77 çûn ji Recep Tayip Erdogan re. Ekmeleddin Ihsanoglu ji sedî 28.83, Selahattin Demirtaş jî ji sedî 8.40 wergirtin.

genel-fotolu

SEROKKOMARÊ 12´EMÎN RECEP T ERDOGAN E

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) encamên demkî yên hilbijartinên Serokkomariyê aşkera kir. Li gorî vê yekê namzetê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 51,79, namzetê MHP-CHP’ê Ekmeleddîn Îhsanoglû ji sedî 38,44, namzetê HDP’ê Selahattîn Demîtaş jî ji sedî 9,76 ê dengan stend. Li gorî daxuyaniya YSK, beşdariya li hilbijartinên Serokkomariyê ji sedî 74,12 ye.

CATEGORIES
Share This