27 saziyên li Londonê destek dan HDP’ê
27 saziyên li paytexta Îngilîstan Londonê, dan xuyakirin ku di hilbijartinên giştî yên 1’ê Mijdarê de ew destekê didin HDP’ê.
Tevî rêxistinên jin, ciwan, navendên civaka demokratîk û komeleyên herêmî 27 saziyan daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê û gotin, “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di hilbijartinan de dengê xwe bide HDP’ê û bi ser bikevin.”
Di daxuyaniya li ser navê hemû saziyan hat kirin de ev xal hat destnîşankirin: “Ji bo roja îro taktîka herî rast û diyar ew e ku, hemû hêzên pêşverû-şoreşger, li hemberî êrîş-şerê Tayyîp Erdogan ji bo desthilatdariya xwe dimeşîne, ala azadî, wekhevî û edaletê bê bilindkirin. Ji bo qezençkirina hilbijartinan ku parçeyekî biçûk ê vê berxwedana topyekûn e, divê me li Brîtanyayê bi awayekî çalak bixebitin.”
ERDOGAN NEKARÎ XWE LI TÊKÇÛNÊ RABIGIRE
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên şoreşger-demokratîk di bin sîwana HDP’ê de di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de derbeke mezin li desthilatdariya Erdogan xistine, meşa wî ya ber bi serdestiyê ve sekinandin û bi hilweşandina benda ji sedî 10’an re ew xistine nava şoqê. Saziyan diyar kirin ku Erdogan û derdora wî, ku nekarîn xwe li vê têkçûnê rabigirin, pêşî li avabûna koalîsyonê girtin û ‘hilbijartineke’ nû li ser gelan ferz kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di vê rewşê de em bi pêngaveke nû ya têkoşînê, bi wezîfeya bidestxistina serketineke mezin re rû bi rû ne. Divê em ji êş û têkçûna hilbijartinên 7’ê Hezîranê êş û têkçûneke mezintir bînin serê Tayyîp Erdogan.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Weke saziyên demokratîk, bawerî û ehrêman ên li Brîtanyayê demeke dirêj de dixebitin, em dibêjin ku di vê ‘hilbijartinê’ de em alî ne û destekê didin HDP’ê û hêzên tifaqa pê re dikin.
LI DIJÎ ŞERÊ TOPYEKÛN BERXWEDANA TOPYEKÛN
Ji bo roja îro taktîka herî rast û diyar ew e ku, hemû hêzên pêşverû-şoreşger, li hemberî êrîş-şerê Tayyîp Erdogan ji bo desthilatdariya xwe dimeşîne, ala azadî, wekhevî û edaletê bê bilindkirin. Ji bo qezençkirina hilbijartinan ku parçeyekî biçûk ê vê berxwedana topyekûn e, divê me li Brîtanyayê bi awayekî çalak bixebitin. Bi vê bîr û baweriyê, di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên li pêşberî welat û gelên xwe, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’am de dengê xwe bidin HDP’ê û bi ser bikevin.”
Saziyên mora xwe danîne binê daxuyaniya hevpar ev in:
KOMELEYA ÇANDA KARKERAN A KOÇBER (GÎK DER), NAVENDA ÇANDÊ YA YUZ ÇÎÇEK AÇSIN (YCKM), NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA CIVAKA KURD Û TIRK (DAY-DER), MECLÎSA GELÊ KURD A BRÎTANYAYÊ, YEKÎTIYA JINAN A SOSYALÎST, NAVENDA CIVAKÊ YA LONDONÊ (NLCH), NAVENDA ÇANDÊ YA TOHÛM, NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA KISKISRAKLILAR, JIN A NÛ, KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA ELBÎSTAN (EL-COM), MECLÎSA JINÊ YA ROJ WOMEN, KURDISH COMMUNITY CENTRE (KURDISH), TEVGERA JINÊ YA DEMOKRATÎK LI EWROPAYÊ, MECLÎSA CIWANAN A OZGUR RONÎ, NAVENDA CIVAKA KURD A BRÎGHTONÊ, TÎLKÎLÎLER COMMUNITY CENTER, MALA GEL, ALXAS KÎSTÎK COM, KOMELEYA PIŞTEVANIYA ÇANDÎ Û CIVAKÎ YA PAZARCIXIYAN (PAZDER), NAVENDA ÇANDÊ YA NÛRHAK, NAVENDA CIVAKA KURD A NOTÎNGHAM, DÊRSIM-DER, KOMELEYA KOÇGIRIYAN A LONDONÊ, KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA KAŞANIYAN, GUNDÊ DUGUNYÛRDÛ (GOKSUN), GUNDÊ GOZPINAR (AFŞÎN), YEKÎTIYA PERWERDEYÊ YA TIRK.